Sereke

Nîşana undakirina hêvîdaryîê: pêşezan derheqa xebitandina sîlihê ku li Arsaxê dor-bera dişewitîne û derheqa Elîêv da

Xebitandina sîlihê kasêtaye ku dor-bera dişewitîne, dide kifşê ku Adirbêcan hêvîdarîya xwe unda kirîye. Derheqa wê yekêda, fikira wî cûreyî pêşezanê leşkerî, rêdaktorê kovara “Arsênal Otêçêstvа”-ê, Alêksêy Lêonkov elam kirîye.
Bi gotina wî, hemû hîvîya zivstanê ne, dema ku mîyaserkirina opêrasîyonên leşkerî wê dijwar be. Açixîyên eskerên Adirbêcanê ser hevda tên, nenihêrî wê yekê ku têknîka wan û leşkerên wan zêdene, û usa jî wê yekê, wekî Bekû agirbesta hûmanîtarî dide xebatê û qewatên nû berev dike.
“Ew derbazî stratêcîya partîzanîyê bûn, ya ku açixîyê bona eskerê ermenî tîne.Li vir arsaxî bona axa xwe şer dikin, bo wê yekê jî dijwar e wana bişkênin. Ez zanim wekî binelîyên cîh jî şer dikin, yên ku hemû dor-bera ra nasin. Ew e menî ku niha serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv elam dike, ku hazir e şêr bide sekinandinê, heger Ermenîstan borcdarîyê hilde ser xwe ku wê eskerê xwe derxe”,-Lêonkov gotîye.
Pêşezan bîr anîye,wekî pêşda Elîyêv cûrekî mayîn xeber dida.Lê niha jî dibêje esker derxin, ez bisekinim.
Nenihêrî cedandinên eskerê azêrîya,niha îdî dijwar e werguhastinê bikine nava şêr.Pêşezan usa jî gotîye,wekî leşkerên azêrîya îdî destpê kirine li Arsaxê bi xebitandina dû û bi xweveşartina tora, xwe ji dirona biparêzin.Çawa bersiva wê yekê, alîyê azêrîya sîlihê kasêtaye ku dor-bera dişewitîne dide xebatê. Bi fikira Lêonkov, ew ne ku yên fosforêne, ew topên bi matêrîyalên başqe didine xebatê.
“Bi rastî fosfor qedexekirî ye, wana jî sîlihê wî cûreyî çê kirine û didine xebatê, pêra jî dibêjin ku ew ne fosfor e.Ev yek dide kifşê, wekî eva nîşana undakirina hêvîdarîyê ye. Ew nikarin bi kêrê derkevine opêrasîyonên partîzanî, çimkî leşker û têknîka xwe unda dikin. Niha jî ew dicêribînin vî sîlihî bidine xebatê, çawa ku amêrîkîya li Vîyêtnamê dikir”,- Lêonkov gotîye. Bi gotina Lênkov, Amêrîkayê li Vîyêtnamê dicêriband cûnglîya bişewitîne, lê Adirbêcan jî dicêribîne li Arsaxê mêşa bişewitîne, nava kîjanada leşkerên eskerê parastina Arsaxê xwe vedişêrin.
Heger em dîna xwe bidine 38-39 rojên şêr, wî çaxî tê kifşê ku li hev hatîye 7O kîlomêtrî pêşda herin, lê tenê li alîyê başûr.Piştî wê yekê rêlîyêfa dijwar destpê bû, li kîderê îdî rast tune, li kîderê opêrasîyonên leşkerî hatine guhartinê.Pêşezan dibêje,wekî li ser cîhên rast li hev dihat, lê niha wê diha dijwar be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button