Sereke

Tirkîya dîsa peyî wan meriva dikeve, yên ku ne anegorî sîyaseta wê difikirin

Çarê mijdara sala 2O2O-î, çar salên girtina hemsedirên partîya Dêmokratîk ya Gela Fîgên Yûksêkdagê û Salhedîn Dêmîrtaş demam dibe. Girêdyî wê yekê ra, komeke parlamêntvanên ji partîya Dêmokratîk ya Gela bi axaftin pêşda hatine. Ofîsa partîyayê daye dîyarkirinê: “”Welgerandina dewletêye” çarê mijdara sala 2O16-a berdewam dibe, lê me li ber faşîzmê çok neda”. Hemsedirê Partîya Dêmokratîk ya Gela Salhedîn Dêmîrtaş gotîye: ” Em mînanî hesinin û dema ku hûn me bicûn, diranên we jî wê bikevin”. Bo wê yekê jî em ber xwe didin û emê ser bikevin”.
Kurd û Partîya Dêmokratîk ya Gela girtina parlamêntvanaye çarê mijdara sala 2O16-a çawa “welgerandina dewletê” hesab dikin. Bi fikira partîyayê û şeş mîlîon bijarvanên wan, hukumê Komara Tirkîyayêye dijî sîyaseta kurda, tu cara nesekinîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button