Sereke

“Bersiva Elîêve êmosîyonal, girêdayî gotina Lavrov ra, awqasî jî femdarî nîne”: wezîreta Rûsîyayêye karên der bersiv daye

Wezîreta Rûsîyayêye karên der, bi şirovekirina elametîya serokê Adirbêcanê Îlham Elîêve derheqa gotinên wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov ra, daye dîyarkirinê, wekî nava gotina wezîrê rûsda derheqa tu kesîda bêhurmetkirin tunene.
“Bona me awqasî jî femdarî nîne, ku Îlham Elîêvê qedirbilind derheqa şirovekirina Sêrgêy Lavrovda çi gotîye.Diqewime alîkarên serokê Adirbêcanê şirovekirinên xwe raberî wî kirine”,-wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirîye.
Gilî derheqa wê yekêdane,wekî wextê hevpeyvîna tevî “Komêrsant”-ê Lavrov gotîye: “Bêguman, em girêdayî wê yekê ra xemgînin ku dew û doza Qerebagê werguhêzî ya navnetewî dikin û çekdarên ji Rojhilata Navîn tevî dew û dozê dibin.Me gelek cara bangî alîya kirîye, ku lîstikçîyên ji der nedine xebatê. Hejmara çekdarên kirêkirî li zona dew û dozê îdî nêzîkî 2OOO-î ye”. Wezîrê Rûsîyayêyî karên der daye dîyarkirinê,wekî têma derheqa çekdarada Vladîmîr Pûtîn 27-ê cotmehê bilind kirîye, wextê ku ewî tevî serokê Tirkîyayê Êrdogan xeberdaye.Wezîreta Rûsîyayêye karên der gotîye, ku nava vê şirovekirinê da ne derheqa Adirbêcanêda, ne jî derheqa welatekî mayînda gunehkarkirin tunene.Dawîya hevpeyvînê Lavrov gotîye,wekî cîguhastina çekdaraye li wir, bona hemû welatên herêmê qezîya ye, nava wanda usa jî bona qewînbûn û bêqezîyabûna Rûsîyayê. Wezîretê daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya piştgira wê yekê ye, ku dew û doza Qerebagê bi rêya sîyasî-dîplomatî bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button