Sereke

Dijmin zyana mezin ketîye:eskerê parastinê halê li pêşenîyê raber kirîye

Şeva 5-6-ê mijdarê li hemû alîyên şêre hîmlî opêrasîyonên leşkerî berdewam kirine.Dijmin zyana mezin ketîye.
Pareskerên eskerê parastinê şerên xweparastinêye kardar kirine û zyana mezin dane hêzên dijmin. Êrîşên li alîyê Şûşîyê jî hatine sekinandinê. Dijmin li beşa Bêrzorêye başûr-rojavayê zyaneke mezin dîtîye”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî temamîya rojê alîyê azêrîya gund û bajarên sîvîl topbaran kirine.Nava binelîyên sîvîlda zyankêş hene. Opêrasîyonên dijmine êrîşkirinê berdewam dibin.Hatîye ragîhandinê,wekî pareskerên Arsaxê halê opêratîvî bin kontrolêda xweyî dikin û gava diavêjin, ku hêzên dijmin bibînin û bidine tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button