Sereke

Sêrgêy Narîşkîn:li cem qulixdarîya Rûsîyayêye cesûsîya der melûmetîyên rast derheqa çekdarên ji Sûrîyayê, yên li Qerebagê, hene

Qulixdarîya Rûsîyayêye cesûsîya der derheqa tevbûna çekdarên ji Sûrîyaêye, yên ku tevî şerê li Qerebagê dibin, înformasîyayên rast stendine. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî RÎA Novostîyê, serokê qulixdarîya Rûîyayêye cesûsîya der Sêrgêy Narîşkîn gotîye. Bi gotina Narîşkîn, pêşda jî înformasîyayên derheqa wan çekdarada hebûne. “Van melûmetîya em ji cêrge welata distînin, ji kanîyên cûre-cûre û hevalkarên xweye cuda-cudaye li Rohilata Navîn”,- Narîşkîn gotîye. “Cesûsîya tirka tevî bûyarên li Qerebagê dibe”,-Narîşkîn gotîye û serda zêde kirîye: “Em xebata qulixdarîya cesûsîya Tirkîyayê texmîn dikin û hinek êlêmêntên wê xebatê em dibînin”,-Narîşkîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button