H’emû nûçeSereke

Serkarîkirina hêzên Adrbêcanê tune: Arsrûn Hovhannîsyan

Serkarîkirina hêzên Adrbêcanê tune, heye serkarîkirina ştaba Tirkîayêye sereke. Derheqa vê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêyî parastinê Arsrûn Hovhannîsyan wextê brîfîngê gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa derheqa elametîya serkarê cesûsîya Rûsîayêye der Sêrgêy Narîşkîn daye, kîjanêda Narîşkîn dabû dîyarkirinê, wekî cesûsîya Tirkîayê bona Adrbêcanê dixebite.

“Ne ku qulixdarîke Tirkîyayê, lê temamîya Tirkîyayê, bi cesûsîya xwe, bi piştgirîya têknîkî û serkarîkirinê, bona kara Adrbêcanê dixebite”,- ewî gotîye. Em bêjin, wekî wextê hevpeyvîna tevî kanala Rûsîayêye têlêvîzyonê, serkarê qulixdarîya Rûsîayêye cesûsîya der, Sêrgêy Narîşkîn derheqa wê pirsêda gotibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button