H’emû nûçeSereke

Tirk xemgîn in eger Baydên serbikeve

Hemû kes hîvîya encamên hilbijartinên li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ne. Li Tirkîayê jî hîvîya wê yekê ne. Li wir cêrge pêşezan dicêribînin şirove bikin ku pêşerojê çi cûreyî be.

Armênprêssê ragîhandîye, ku şuxulkarê tirkî sîyasî Kûrşad Zorlû fikira xwe daye dîyarkirinê û gotiye ku eger Baydên serbikeve, bi gotina wî, bona Tirkîayê û Adrbêcanê wê awqasî jî baş nîbe. Bi gotina wî, wî çaxî cêrge pirs, yên ku Tirkîayêva girêdayîne, wê li ser sivirê bêne raxistinê. Ji wan pirsa yek jî  pirsa Qerebagê ye.

 Zorlû gotiye ku diayspora ermenî hîvîyê ye ku Baydênê 5 gava biavêje, yên ku dema kampanîya wî ya hilbijartina hatine pêşdakişandinê.

Ev in ew pirs: naskirina komkujîya Ermenî, sekinandina şerê li Qerebagê, şandina dîtindarye li wir, aktîvîya nava koma Mînskê da, zêdekirina alîkarîya bona Ermenîstanê û sînorkirina alîkarîya bona Adrbêcanê. Dawîya fikira xwe, Kûrşad Zorlû gotîye ku Bekû gerekê gavên xwe bide aktîvkirinê ku zû bighîje armanca xwe, çimkî eger usa nebe, wî çaxî Baydên dikare bona Adrbêcanê û Tirkîayê dijwarîya çêbike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button