H’emû nûçeSereke

Dîsa 12 cinyazên çekdarên kirêkirî gîhandine Sûrîyayê:bi seda çekdar naxwezin li Arsaxê şer bikin

Dîsa 12cinyazên çekdarên ji Sûrîayê, yên ku dijî Arsaxê şer kirine û hatine kuştinê, gîhandine Sûrîayê. Derheqa wê yekêda di malpera monîtorînga mafê mêrive li Sûrîayê hatîye nivîsarê. Anegorî wê kanîya înformasyon, hejmara çekdarên kirêkirîye ji Sûryayê, yên ku li Qerebagê hatine kuştinê, êdî gîhîştîye 250 merivî. Cinyazên 195 merivî êdî gîhandine Sûrîayê, lê yên mayîn hê li Arsaxê mane.

Xêncî wana, 2 çekdar jî dîl ketine. Orgenîzeyê usa jî daye dîyarkirinê, wekî hejmara çekdarên ku ji Sûrîayê birine zona dew-doza Qerebagê gîhîştîye 2580-î. Feqet ji wana 342 meriv nexwestine şer bikin û ew paşda vegerîyane Sûrîayê. Tirkîaya dîsa berevkirina çekdara berdewam dike, çimkî piranîya wan kirêkirîya, dema ku pêdihesin ku alîyê azêrîya zîyana mezin ketîye, naxwezin şer bikin.

Monîtorînga mafên mêriv usa jî guhdarîyê teglîfî li ser wê yekê dike, wekî ji wan çekdara hene meriv ku pêşda nizanibûne ku azêrî şîya ne. Dema ku ew tên Adrbêcanê û derheqa wê yekêda pê dihesin, ew êdî dixwezin paşda vegerine Sûrîayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button