Li Qerebagê cîhwarkirina aşîtîparêzên rûs bona me gava qebûlkirinê ye:Paşînyan

Ew alîkarîya ku Ermenîstan ji Rûsîayê hîvîyê ye, tê stendinê û derheqa qedandina borcdarîyên Rûsîayêye tifaqdarîyêda nikarin nebêjin. Derheqa wê yekêda, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wextê hevpeyvîna tevî kanala têlêvîzyona almanîye ARD, gotîye. Serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya ji alîkîva hemsedira koma Mînskê ye, û borcdarîya wê ya nêytralbûnê nava pirsa Qerebagêda heye. Pêwandîyên wêye baş usa jî tevî Adrbêcanê hene.
“Bêguman, hal awqasî jî zelal nine, lê em ji qedandina borcdarîyên Rûsîayê razî ne”,-Paşînyan gotîye.
Bi xeberdana derheqa li Qerebagê cîhwarkirina aşîtîparêzên rûsda, serekwezîr gotîye ku ew niha pirseke grîng e.
“Min gotîye, ku bona me, cîhwarkirina aşîtîparêzên rûs gava qebûlkirinê ye. Li vir pirs ne tenê ya sîyasî ye, lê ya praktîk e, çimkî berî her tiştî Rûsîya li vê rêgîonê hazir e û Rûsîya rêgîonê zane”,- Paşînyan gotîye.
Bi gotina serekwezîr, şuxulkarîya aşîtîparêzên rûs dikare tenê karê bide.
Serekwezîr gotîye, wekî gerekê usa bikin ku aşîtîparêz qewînbûnê bînin, lê ne ku neqewînbûnê û nerehetîya. Çawa bersiva wê pirsê, ku Yekîtîya Avropayê gerekê aşîtîparêza bişîne yan na, Paşînyan gotîye, wekî ewî gelek cara fikira xwe daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê bi wê yekê dikare karê bide şuxulkarîyê, ku bêje ku kî ye însîyatorê vî şerî, zelal derheqa cîhguhastina kirêkirîyaye li rêgîyonê bide kifşê.
Rojnamevanê gotîye ku Adrbêcan jî pêşnîyar dike ku aşîtîparêzên tirk bêne cîhwarkirinê. Paşînyan çawa bersiv gotîye, ku Tirkîya ew welat e, yê ku têrorîsta û kirêkirîya tîne herêmê û dijwar e meriv Tirkîayê çawa aşîtîparêz bîne ber çavê xwe.