H’emû nûçeSereke

Eskerê Parastinê û rezedilvan li ser axa welêt qewîn sekinîne, û emê şerkarîya dijî dijmin heya dawîyê berdewam bikin: Arayîk Harûtyûnyan

Serokê Komara Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye:

“Opêrasyonên şêr bi temamîya enîya Komarê berdewam dibin.

Esekrê Parastinê û rezedilvan li ser axa welêt qewîn sekinîne û emê şerkarîya dijî dijmin heya dawîyê berdewam bikin.

Şerkarîya meye yekbûyî dikare hal bide guhartinê, em dikarin dijmin ji Arsaxê derxin, çimkî yazîya şêr xwestina cimetêye qewîn qirar dike.

Cimeta ermenî hela hê dikare wê xwestinê bide kifşê. Ji me her kes gerekê li ser tabîyên xwe qewîn bisekine, û encamê baş wê garatîyakirî be.

Ez bawar dikim”,- Arayîk Harûtyûnyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button