Sereke

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv, raporta sisîya, ya derheqa barbarîyên Adirbêcanêye hindava dîlên leşkerî hazir kirîye

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv, raporta sisîya, ya derheqa barbarîyên Adirbêcanêye hindava dîlên leşkerî hazir kirîye, kîjanêda nêzîkbûnên nemerivatîye hindava cinyaza û dîlên ermenîye leşkerîda hatîye dîyarkirinê.
Raport şandine teşkîletên navnetewîye anegor, wekîltîyên dîplomatî û teşkîletên mafparêz.
“Raporta sêemda şedetîyên berevkirî, yên parêzerên Arsaxê û Ermenîstnêye mafên mêriv, yên ji 26-ê cotmehê hetanî 3-ê mijdarê hatine raberkirinê.
Parêzerê mafên mêriv dide dîyarkirinê. wekî nenihêrî wê yekê, ku herdu raportên pêşinda gelek şedetîyên derheqa barbarîyên azêrîyada hene, lê belê, civaka navnetewî bersiva wana nedaye û ew gunehkar nekirine. Cezanekirina xirabkarîyên leşkerî û nekarebûna civaka navnetwîye sekinandina wan kirina, rê bona alîyê azêrîya vedike, ku ew bi barbarîya diha zêde kirinên xweye dijî binelîyên Arsaxêye edil, dîlên leşkerî û cinyazên leşkera berdewam bikin.
Parêzerê mafên mêriv careke mayîn bangî civaka navnetewî dike ku anegorî borcdarîyên xwe bersibên anegor bide van bûyara û îzinê nede ku barbarîyên wî cûreyî newekilin”,-nava elametîya parêzerê Arsaxêyî mafên mêrivda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button