Sereke

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv vîdêyoya nû bona civaka navnetewîye “ker û lal” belav kirîye /vîdêyo/

Parêzerê Arsaxaêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan belavkirina vîdêyoên bi zimanê înglîzî berdewam dike, yên ku derheqa êrîşên azêrîyaye li ser gund û bajarên sîvîldaye, bi taybetî Stêpanakêrta paytext. Vîdêyoya nû Bêglaryan rûpelê xweyî fêysbûkêda belav kirîye.
Artak Bêglaryan li ber avayîkî hedimî sekinîye û xeber dide.
“Eva merkeza Stêpanakêrtê ye, ya ku îşev hatîye topbarankirinê. Mekteba sazbendîyê, dikan û hotêl şewitîne û hedimîne.Azêrîya usa jî avayên sîvîle mayîn kirine hedef”,-Bêglaryan dibêje.Ew dide dîyarkirinê,wekî hêzên azêrîya-tirka- têrorîsta dîsa xirabkarîyên leşkerî dijî binelîyên Arsaxêye edil berdewam dikin. ” Ew binelîyên me dikujin, bi deha hezara mal hatine wêrankirinê, lê civaka navnetewî hindava van xirabkarîyên dijî merivatîyê kor dimîne”,-parêzer gotîye.Ew dibêje, wekî nenihêrî korbûn û bêdengîya civaka navnetewî, cimeta Arsaxê wê şerkarîya xwe hetanî dawîyê berdewamke.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button