Sereke

Vîdêyoya “hildana” kela Şûşîyê ya qelp e: ew li cîhekî mayîn hatîye kişandinê

Duh nava mêdîya azêrîyada wêne û vîdêyo belav bûn, yên ku didane kifşê, ku giva Şûşî ketîye destê azêrîya.
“Merkeza kontrola înformasîya”-ê elam kirîye,wekî kela ku nava vîdêyo û wêneyên belavkirîda bi tu cûreyî kela Şûşîyêye sedsalên navînva girêdayî nîne.
Vîdêyoyêda komeke mêra alên Adirbêcanê û Tirkîyayê li ser serê kelayê datînin. Ew jî tiştekî ecêbe, ku merivên ku wan ala datînin ne ku bi kincên leşkerîne û ne jî sîlihkirîne, ew bi kincên sîvîlin.
Paşê ji bilindaya bajar tê kifşê, li kîderê zyana tu avayîkî tune. Pirs pêşda tê, lê gelo ew şerên gur li kîderê diqewimîn?
Dawîyêda, bi himberîhevkirina kela Şûşîyê û kela ku vîdêyoyêdane, hûnê bibînin wekî ew mînanî hevdu nînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button