Sereke

Yektîya Avropayê bona kêmkirina nexweşîyên înfêksyîon 35 mîlîon yêvro alîkarî dide Ermenîstanê

Îro Yektîya Avropayê bona kêmkirina nexweşîya înfêksîyon derheqa piştgirîya alîkarîyê 35,6 mîlîon yêvro bide Ermenîstanê elam kirîye.Nava elametîya piştgirîyêda hatîye gotinê:
“Qirara Yektîya Avropayê nava govekên mayînda, çawa qewînkirina makroêkonomîkî, fînansekirina dewletêye byûcêtîyê, zelalkirina byûcêya dewletê encamên qîmetên başin.
Ew beşa alîkarîyê,ya dayîna 92 mîlîon yêvro, nîsana sala derbazbûyî ji alîyê Yektîya Avropayêda hate elamkirinê,kîjan bona dijî alîkirina nexweşîya înfêksîyon dabûne Ermenîstanê bû.
Îro alîkarîya elamkirî bi piştgirîya avropîye fînansî bo saxlemîya malbetaye.
Ew piştgirîya Yektîya Avropayêye himberî Ermenîstanê bo çareserkirina paşwextîyê safîkirina pirsa sosîyal-êkonomîkî, em bilind qîmet dikin”,- alîkarê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan daye kifşê.
“Ew alîkarîya byûcêtîyê bona li Ermenîstanê şerkarîya dijî nexweşîya înfêksyîon, ji alîyê Yektîya Avropayê û cimeta wêda, alîkarîya berbiçeve. Alîkarîya hûmanîtarîye ji alîyê Yektîya Avropayê û dewletên endamên wê bona li Ermenîstanê qewînkirina sîstêma saxlemîxweykirinêye .Em wan dijwarîya nîvî dikin û tenê bi yekbûnê dikarin bighîjine destanîna”,-seroka dêlêgasîya Yektîya Avropaêye li Ermenîstanê Andrêa Vîktorînayê daye kifşê.
Bersiva Yektîya Avropayê ji nêzîkbûna «Team Europe”-ê pêşda tê, armanca kîjanê emira xilazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button