Sereke
Em li ser wê fikirêne wekî xebitandina qewatêye hindava hêzên Rûsîyayêye li Ermenîstanê wê bersiva anegor bistîne :wezîreta Ermenîstanêye karên der
9-ê mijdarê êvarê seheta şeşa, ji ser têrîtorîya Adirbêcanê bi komplêksa rokêta helîkoptêra rûsîye MÎ-24 hatîye lêxistinê.Anegorî înformasîyayên pêşin, du meriv bûne cangorî û yek jî birîndar bûye.
Em serxweşîyê didine Fêdêrasîya Rûsîyayê, endamên malbetên wan û hevalên wane leşkerî.
Ev bûyara tragîk li zona dew û doza Qerebagê der qewimîye, li kîderê tu pevçûyîneke leşkerî neqewimîye. Ji vî alîda gotinên alîyê azêrîya û cêribandinên xweafûkirinê qelpin û bêhîmin.
Em ev gava dijî hêzên Rûsîyayêye li ser têrîtorîya Ermenîstanê berk gunekar dikin.Em li ser wê fikirêne wekî xebitandina qewatêye hindava hêzên Rûsîyayêye li Ermenîstanê, wê bersiva anegor bistîne.