Sereke

Min tevî serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê elametîya derheqa ji şev seheta O1-OO-da sekinandina şêr îmze kirîye:Paşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye:
“Welatîyên hizkirî, xwîşk û bira: min qirareke bo xwe û bo hemûya giran qebûl kirîye.
Tevî serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê me elametî îmze kirîye, ku îşev ji seheta O1-OO-da şer bê sekinandinê.
Têksta elametîyê ya ku îdî belav bûye, bona min bi xwe û bona cimeta me gelekî giran e. Ev qirara min nava encamên lêkolînkirina halê leşkerî û qîmetkirina wan meriva, yên ku hal gelekî baş zanin,bûye.
Usa jî li ser bingeha wê fikirê, wekî nava halê pêşdahatîda eva helkirina here başe. Derheqa vî hemû tiştîda nava rojên pêşîya meda ezê bi şirovekirina bi hûrgilîva berbirî we bim.
Eva serkeftin nîne, lê binketin jî tune, çimkî hela hê te xwe binketî nas nekirîye. Emê tu cara xwe binketî nas nekin û evê bibe destpêka sedsala yekbûna meye miletîyê.
Em gerekê salên serbestîya xwe, progiramkirina pêşeroja xwe lêkolîn bikin, bona ku şaşîyên berê newekilînin.
Ez li ber hemû cangorîyên me çok didim.Li ber wan hemû leşkera, ofîsêra, gênêrala, rezedilvana, yên ku bi emirê xwe welat parastine û diparêzin, ta dibim”,-Paşînyan nivîsîye.
Wana bi mêrxasîya xwe ermenîyên Arsaxê xilaz kirine, parastine. Me hetanî dawîyê şer kir.Û emê ser bikevin.Arsax sekinî ye. Bijî Ermenîstan! Bijî Arsax!

Zêdetir nîşan bide
Back to top button