Sereke

Nava têrîtorîya Ermenîstanêye hewêda lêxistina helîkoptêra rûsî êrîşa dijî him Ermenîstanêye û him jî Rûsîyayêye: Vagarşak Harûtyûnyan

Şêwirmendê serekwezîrê Ermenîstanê Vagarşak Harûtyûnyan lêxistina helîkoptêra Rûsîyaêye MÎ-24-ye li ser têrîtorîya Ermenîstana Serbixwe, çawa agrêsîya eşkere hesab kirîye.
“Nava têrîtorîya Ermenîstanêye hewêda, ji alîyê Adirbêcanêda lêxistina helîkoptêra tifaqdara Ermenîstanê, Rûsîyayê, êrîşa dijî him Ermenîstanêye û him jî Rûsîyayêye. Komara Adirbêcanê eşkere didît, ku helîkoptêr li ser têrîtorîya Ermenîstanêra difire û ber çeva bû, wekî ewê bona wan qezîya raber nekirîye. Nenihêrî wê yekê, wana mecala parastina hewê daye xebatê û helîkoptêrê xistine.
Ji alîkî mayînva jî helîkoptêra baza rûsîye 1O2-a hatîye lêxistinê, lê êrîşa li ser helîkoptêra, teyara tê hesabê çawa êrîşa li ser wî welatî, Rûsîyayê, çimkî ew tê hesabê çawa têrîtorîya wî welatî.Wî çaxî tê hesabê wekî prînsîpên mafê navnetewî hatine teribandinê”-Harûtyûnyan gotîye.
Şêwirmendê serekwezîrê Ermenîstanê wê yekê pêwîst hesab dike, ku êrîşa li ser helîkoptêra tifaqdara Ermenîstanê bê lêkolînkirinê û usa jî dîna xwe bidine tevbûna Tirkîyayê, çimkî helîkoptêr ji alîyê Nexçêvanêda hatîye lêxistinê, lê ew der bin kontrola Tirkîyayêdane.
“Ber çevaye, wekî firîna helîkoptêrê û alîyê çûyîna wê nikaribû çawa qezîya ji alîyê azêrîya-tirkada bihata qebûlkirinê û vî alîda hîm tune.Eva bûyara mînanî ya li Sûrîyayê ye,wextê ku tirka teyara rûsîye SÛ-24-ê xist”,- Harûtyûnyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button