Sereke

Serokê Arsaxê bangî hêzên Ermenîstanêye sîaysî kirîye ku bona gotûbêjkirina herin Arsaxê

Serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan berbirî hêzên Ermenîstanêye li parlamêntê û ji parlamêntê dere sîyasî bûye ku herin Stêpanakêrtê û cîh da gotûbêjkirina derbazkin. Derheqa wê yekêda Arayîk Harûtyûnyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“Halê sîyasîyî pêşdahatî rojeva nû saz kirîye. Bona raberkirin û gotûbêjkirina hal ez bangî hêzên Ermenîstanêye li parlamêntê û ji parlamêntê der dikim, ku bên Stêpanakêrtê û cîh da gotûbêjkirina bikin.Sibê, 11-ê mijdarê, ez hazirim teşkîlên serkarîkir, yên hêzên sîyasî qebûlkim. Piştî wê yekê cêrga hevdîtina dikare bê derbazkirinê û ez hazirim wê yekê tevî hêzên ji parlamêntê der jî berdewam bikim”,-Harûtyûnyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button