Sereke

Têksta fermî, ya serekwezîrê Ermenîstanê, serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê belav bûye

Têksta fermî, ya serekwezîrê Ermenîstanê, serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê belav bûye. Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê:
“Em, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Adiribêcanê Îlham Elîêv, û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn elam, dikin:

1.Ji 1O-ê mijdara sala 2O2O-î, bi wedê Moskvayê şev seheta 12:OO-a, li zona dew û doza Qerebagê agirbest tê elamkirinê û hemû opêrasîyonên leşkerî disekinin.Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê li ser tabîyên xwe disekinin.

2.Heya 2O-ê mijdara sala 2O2O-î, nehîya Agdamê paşda didine Komara Adirbêcanê.

3.Bi dirêjaya xeta Qerebagê û sivdera Laçînê koma aşîtîparêzên Rûsîyayê, ya ji 196O qulixçîyên leşkerîye bi sîlihên xweye agirkirinêva, 9O maşînên zirihkirî, 38O avtomoşîlên leşkerî û têknîka mexsûsva tên cîhwarkirinê.

4.Tevî deranîna hêzên ermenîye sîlihkirî li wir aşîtîparêzên Rûsîyayê cîwar dibin. Mayîna aşîtîparêzên Rûsîyayê bi wedê pênc salaye û paşê ewê bi otomatîkî bê dirêjkirinê, heger ji alîya yek ji wede zûtir elam nake ku lazime wê yekê bidine sekinandinê.

  1. Bi meremê bilindkirina karadarîya kontrolkirina qayîlnivîarê, merkeza aşîtîparêz tê sazkirinê.
  2. Heya 15-ê mijdara sala 2O2O-î, Komara Ermenîstanê nehîya Kelbecarê paşda dide Komara Adirbêcanê, lê nehîya Laçînê heya yekê kanûnê. Sivdera Laçînê /bi berfireya pênc kîlomêtrê/, ya ku wê pêwendîya Qerebagêye tevî Ermenîstanê bide çareserkirinê û wê bi wê yekêva tevayî wê bajarê Şûşîyêva girêdayî nîbe, dimîne bin kontrola aşîtîparêzên Fêdêrasîa Rûsîyayêda. Bi qayîlîya alîya, nava sê salên pêşinda wê projeya çêkirina rêya nû bê qirarkirinê, ya ku wê pêwendîya Qerebagê û Ermenîstanê bide çareserkirinê, lê paşê bona parastina wê rêyê koma aşîtîparêzên rûs wê cîguhastî li wirbe.Komara Adirbêcanê garantîya bêqezîyabûna çûyîn- hatina transportê û avtomaşînên barbire bo herdu alîya dide.

7.Cimeta ji wir derketî û mihacir bin kontrola ofîsa wekîlê Organîzeya Netewên Yekbûîyî pirsên mihacira paşda vedigerine Qerebagê û li nehîyên rexda.

  1. Pevguhartina dîlên leşkerî û merivên başqe, usa jî cinyaza tên mîyaserkirinê.
  2. Hemû pêwendîyên êkonomîkî û transportêye li herêmê tên vekirinê. Komara Ermenîstanê garantîya bêqezîyabûna çûyîn-hatina di navbera nehîyên Adirbêcanê û Nexçêvanêda, usa jî cîguhastina bara, dide. Kontrola pêwendîyên transportê organên qulixdarîya Rûsîyayêye sînorxweykir mîyaser dikin. Bi qayîlîya alîya wê pêwendîya transportêye nû bê çareserkirinê, ya ku wê Nexçêvanê û Adirbêcanê hev va bide girêdanê.
Zêdetir nîşan bide
Back to top button