Sereke

Zaxarova :Moskva fikira Enqerêra, ya derheqa pirsgirêka Qerebagêda, qayîl nîne

Helkirina pirsgirêka Qerebagêye bi rêya qewatê tune, Moskva nava wê pirsêda fikira Enqerêra qayîl nîne. Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê elam kirîye.
” Me gelekî zelal nêzîkbûna xweye hindava pirsgirêka Qerebagê daye dîyakirinê û gotîye,wekî helkirina pirsêye bi rîya leşkerî tune.Me gelek cara elametîyên Enqerêye derheqa wê yekêda bihîstine.Ez dikarim tenê fikira alîyê rûsa îzbatkim: welatê me piştgirîya cûrê helkirina pirsêye bi rêya qewatê nake.Em bangî alîya dikin, ku opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê û em dicedînin bighîjine wê yekê”,-Zaxarovayê weşana radîyostansîya “Êxo Moskvî”-ê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button