Sereke

Cêribandinên welgerandina dewletê wê bi cûrê gelekî hişk bêne sekinandinê: Tîgran Avînyan

Li Ermenîstanê welgerandina dewletê wê nebe, dewletê nebe qurbanîya ambîsîyayên hinek qewatên sîyasî. Derheqa wê yekêda weşana têlêvîzîyona Civakîda, cîgirê serekwezîr Tîgran Avînyan gotîye.Hindava wan meriva, yên ku êrîş birine li ser serokê parlamêntê Ararat Mîrzoyan, berdevka serekwezîr, wê cûrê nêzîkbûna nerm tunebe. Heger lazime seroketîya niha wê here, wê ya nû bê, lê koma me wê tu cara îzina welgerandina dewletê nede.Cêribandinên vî cûreyî wê bi cûrê gelekî hişk bêne sekinandinê”,-Avînyan gotîye.
Bi gotina cîgirê serekwezîr, salên 199O-î eskerê ermenî tevlîhevbûnên sîyasîye li Adirbêcanê dane xebatê, lê niha îzin tune ku ew yek li Ermenîstanê bibe. Ewî gotîye ku heger cimet dewa hilbijartinên nû bike, seroketî wê berbi wê yekê here.
Heger dewa dûrketina me ji alîyê cimetêda bê danînê, lê ne ku bi gotina çend partîya û bêterbên wana, emê berbi wê yekê herin. Tu kes wê xwe kursîyêva negire, ez we didime bawarkirinê.Nevsê fermîye îroyîn bin barê girandane, yê ku here wê azadbe.Kî ku nava vî wedeyîda bi kêmasîyava pêşda hatine, gerekê cabdarîyê bikişînin, nava wanda usa jî ez”,-Avînyan gotîye.
Bi gotina wî, ewên ku dixwezin dewletê welgerînin, gerekê welathizîya xwe li Şûşîyê bidana kifşê.
“Ewên ku tirk diqelaştin, wî çaxî li kîderê bûn, dema ku serokê Arsaxê bangî hemûya dikir ku herin bona Şûşîyê şerkin. Serokê ofîsa min tevî şerên Şûşîyê bûye, ji ofîsa min niha du meriv birîndarin. Ew meriv ketine ofîsa min û Încîla min dizîne, çimkî fikirîne ku ew avzêrkirî ye”,- cîgirê serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button