Sereke

Êrdogan cedandinên Pûtîne nava karê helkirina dew û doza Qerebagêda bilind qîmet kirîye

Bi înîsîyatîva alîyê tirka xeberdana bi têlêfonê, ya tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Tirkîyayê Rêcêb Êrdogan derbaz bûye. Vladîmîr Pûtîn serecema qayîlnivîsarên di navbera serkwezîrê Ermenîstanê û serokê Adirbêcanêda îmzekirî raber kirîye. Rêcêb Êrdogan cedandinên Rûsîyayêye nava wî karîda bilind qîmet kirîye û gotîye, wekî ew hîmekî başe ku bighîjine helkirina pirsgirêkêye wededirêj.
Hîmlî hatîye dîyarkirinê,wekî destanîna qayîlnivîsarê gelekî girînge, ya ku mecalê dide xûnrêtinê bidine sekinandinê. Pevketin hatîye destanînê ku pêşerojêda hevkarîyê bikin.
Herdu serok pevketine ku dîyalogê bi formatên cûre-cûre berdewamkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button