Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dixweze derheqa qayîlnivîsara Qerebagêda diha bi hûrgilî pê bihese

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dixweze derheqa qayîlnivîsara Qerebagêda diha bi hûrgilî pê bihese. Derheqa wê yekêda ji dêpartamênta ŞAY-ye dewletê gotine.
“Em derheqa qayîlnivîsara bi navçîgarîya Rûsîyayê, ya derheqa sekinandina opêrasîyonên leşkerîda, pê hesîyan. Meyê bixwesta diha bi hûrgilî derheqa mîyaserkirina wê qayîlnivîsarêda pê bihesîyana”,-wekîlê dêpartamênta dewletê gotîye.
Ewî usa jî gotîye ajansa RÎA Novostîyê, wekî ŞAY hema destpêkêda jî zêdebûna zordarîyêye li ser xeta pêşin û kuştina meriva gunehkar kirîye.
“Emê razîbûna ku me dawîya zordarîyê bidîta, lê em hê nikarin bi hûrgilî derheqa agirbestê û gavên wêye pêşerojêda şirovekin.Em gerekê ji alîyên nava dew û dozê bipirsin ku ew vê qayîlnivîsarê çawa qebûl dikin”,-wekîlê dêpartamênta ŞAY-e dewletê gotîye.









