Sereke

Enqerê û Moskvayê protokola derheqa sazkirina merkeza rûsa-tirkaye tevayîda îmze kirine

Wezîrên Rûsîyayê û Tirkîyayêye parastinê Sêrgêy Şoygû û Hûlûsî Akar dêklarasîya îmze kirine, ku li Qerebagê merkeza tevayî, ya kontrolkirina rêjîma agirbestê sazkin. Derheqa wê yekêda wezîreta Rûsîyaêye karên der elam kirîye.
Şoygû daye dîyarkirinê, wekî pevketinên seroketîyên Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanêye destanî û cîhwarkirina aşîtîparêzên rûs, mecalê didin xûnrêtinê bidine sekinandinê û qewila sazkin bona jîyana edil. “Hazirîya aşîtîparêzên rûs wê qewînbûnê li wir bide çareserkirinê û wê derketina mihacira bide sekinandinê, wê alî bike ku ew paşda vegerine cîhên xwe”,- wezîrê Rûsîyayêyî parastinê gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî qirara derheqa sazkirina merkeza tevaîye dîtindarîyê, wê îzinê bide ku kontrolê hindava agirbestêda mîyaserkin û wê bingeha qewîn bona helkirina pirsgirêkêye wededirêj sazke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button