Sereke

Ji 2O OOO-î zêdetir leşker wê nava dorgirtinêda bimana:Paşînyan derheqa dokûmênta qebûlkirîda

Serekwezîrê Ermenîsîanê Nîkol Paşînyan wextê îmzekirina elametîyê fem kirîye, wekî cangorîbûna wî gelekî nêzîkî aqilaye.Derheqa wê yekêda weşana têlêvîzîonêda gotîye û daye dîyarkirinê,wekî îmzekirina wê elametîyê nerazîbûn nava civakêda peşda anîye û meriv hîvîyêne, ku bersivên wana wê ji alîyê Paşînyanda bêne dayînê.
“Ermenîstîan û cimeta ermenî rojên gelekî dijwarra derbaz dibin.Dilê me hemûyada êş hene, çevada jî hêsir hene. Bo çi ew dokûmênta ne bona kara Ermenîstanê hate îmzekirinê.Ew yek nava qewilên usada qewimî, wextê ku ştaba hêzên ermenîye sereke elam dikir, ku her deqek girînge û lez gerekê şêr bidine sekinandinê. Serokê Arsaxê digot, ku heger opêrasîyonên leşkerî neyene sekinandinê, wî çaxî dikarin îdî Stêpanakêrtê jî undakin”,-Paşînyan gotîye. Bi gotina wî, gelek dikarin bêjin ku heger Hadrûd, Şûşî unda kiribûn, wî çaxî dikaribûn Stêpanakêrt jî unda bikirana û tu tiştê wê nehata guhartinê.
“Rastî tiştekî başqeye, heger Stêpanakêrt me unda bikira, meyê Askêran, Martakêrt jî unda bikira. Xêncî wê yekê hêzên usa şerkar jî nemabûn, yên ku bikaribûna ev bajar biparastana. Heger ev bajar jî biketana, wî çaxî eskerê parastinê wê biketana nava dorgirtinê.Ew yek jî dide kifşê, wekî ji 2O OOO zêdetir leşker û ofîsêr wê biketana nava dorgirtina ji alîyê dijminda”,-Paşînyan gotîye. Wî çaxî jî wê Karvaçar û Kaşatax jî biketana û krîzîsa tomerî destpêbûya.
“Çawa fermadarê sereke, ji roja şêre ewlinda min pirsên vî cûreyî danîne li ber esker, wekî wextê ku halekî usa pêşda tê ku leşker nikare hukumî li ser bûyara bike, wekî ne ku leþker bona welêt bibe cangorî, lê welat gerekê boy leşker berbi qurbanîya here, fermandar ne k gerekê fermana şihîdbûnê bide leşker, lê ew bi xwe gerekê bibe şihîd. Bi vê femdarîyê min ev dokûmênt îmze kirîye û min fem kirîye,wekî cangorîbûna min ne tenê ji alîyê sîyasîda, lê bi fikira fîzîkîda nêzîkî aqilaye. Feqet emirê 25OOO leşkera diha girîng bû. Bi wê yekêva tevayî ew leşker piştêda nikaribûn hukumî li ser hal bikirana.Wî çaxî jî dema fermandar hatibû, ku boy emirê leşkera emirê xwe bike bin qezîyayê. Ew wedê welêt hatibû ku bona wan leşkerên ku tu tişt nehêvişandin, berbi qurbanîya biçûna, û li vir min bi wê femdarîyê ew dokûmênt îmze kirîye”,- serekwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button