Sereke

Kirêkirîyên li zona dew û doza Qerebagê, û yên dora wê, gerekê bêne dûrxistinê: pêşezanên Organîzeya Netewên Yekbûyî

Pêşezanên Organîzeya Netewên Yekbûîye pirsên mafên mêriv, hêvîdar in wekî qebûlkirina elametîya derheqa sekinandina şerê li Qerebagê wê aşîtîya qewîn bîne rêgîyonê. Derheqa wê yekêda malpera wekîlê Organîzeya Netewên Yekbûîye mafên mêriv da hatîye nivîsarê.
Bi wê yekêva tevayî, pêşezan xemgînin wekî li zona dew û doza Qerebagê û dora wê kirêkirîya didine xebatê. Koma pêşezana elam kirîye, wekî elametî gelek belavbûyîne,wekî hukumata Adirbêcanê bi piştgirîya Tirkîyayê çekdarên ji Sûrîyayê dane xebatê ku li pêşnenîya şêr ser tabîyên xwe bidine qewîkirinê û xweykirinê. Bi fikira pêşezanên organîzeyê, wana dane dîyarkirinê wekî halê êkonomîkîyî li Sûrîyayê hatîye hesabhildanê û ew çekdarên kirêkirî dane xebatê.Dema ku kirêkirî jî bê kuştinê, pere malbeta wîra û welatvînîya Tirkîyayê hatîye sozdayînê. Sedirê koma xebatê Krîst Kvaca gotîye,wekî Tirkîyayê ew meriv berev kirine û ji Sûrîyayê cîguhastî Adirbêcanê kirine, yên ku eskerên Sûrîyayêye miletîyêva girêdayîne. Koma xebatê xemgînî elam kirîye, wekî destpêbûna opêrasîyonên leşkerî hetanî agirbestê bi zanebûn êrîş birine li ser gund û bajarên sîvîl, rûyê çida binelîyên sîvîl, nava wanda usa jî zarok hatine kuştinê, û bi wê yekêva tevayî zyaneke mezin jî gihîştîye mekteba û nexweşxana, usa jî sîstêmên sîvîle mayîn.Pêşezana derheqa xemgînîyên xweda elamî hukumatên Adirbêcanê û Tirkîyayê, û pêra jî hukumata Sûrîyayê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button