Sereke

Lavrov bang kirîye ku guhdarîyê bidine ser xweykirina mîrasa çandîye li Qerebagê

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov bi hêvîdarî gotîye,wekî piştî qayîlnivîsarên derheqa Qerebagêda guhdarîya mexsûs gerekê daynine ser xweykirina mîrasa çandîye li Qerebagê.
“Ez hêvîdarim ku niha, wextê ku opêrasîyonên leşkerî dikevine êtapa helkirina edil, gerekê guhdarîya mexsûs daynine ser pirsa mîrasa çandîye herdu alîya. Bi tomerî hildayî, gelek tiştên kirinê hene, bona ku nava wan gavada, yên ku gerekê bêne avîtinê, faktora mîrasa çandî jî bê xebitandinê”,-Lavrov wextê hevpeyvînê gotîye. Sêrgêy Lavrov usa jî gotîye,wekî Moskvayê bona xweykirina qîmetîyên çandîye li Qerebagê, YÛNÊSKO-ê jî tevî pirsê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button