Sereke

Statûsa Qerebagê piştî zelalkirina mafên binelîyên nehîyê wê bê qirarkirinê

Statûsa Qerebagê piştî zelalkirina mafên binelîyên nehîyê wê bê qirarkirinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov wextê hevpeyvînê gotîye.
“Em wê yekê hesab hildidin, ku ev statûs wê wê pirsêva girêdayîbe, ku gavên çawa gerekê bêne avîtinê, bona ku pirsa êtno-bawarîyê li Qerebagê bidine dasekinandinê, çawa ku ew yek salên dirêj bû, heya şerê dema hilweşîna yekîtîya Sovyêtê, dema ku ew yek bi encamên xirabva ser hevda hat.
“Statûs dikare tenê piştî wê yekê bê qirarkirinê, wextê ku zelalbe, ku mafên çi cûreyî wê bidine wan hemûya, yên ku li Qerebagê diman û mafên wan heye paşda vegerine li wir û bêguman, yên ku li wê nehîyê mane”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button