Sereke

Wextê şerê Arsaxê zarokek bûye cangorî, neh zarok jî birîndar bûne: raporta ji sirê der, ya parêzerê mafên mêriv

Rûyê agrêsîya Adirbêcanêye li Arsaxê, 5O-î binelîyên sîvîl hatine kuştinê, 163 jî birîndar bûne, nava wanda zarokek hatîye kuştinê, neh jî birîndar bûne.Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan raporta xweye drheqa teribandina mafên zarokada belav kirîye û ev melûmetî raber kirine.
“Rûê xweparastina ji qezîyayê, zarokên Arsaxê tevî malbetên xwe hatine cîşihitandinê.Rûê agrêsîya Adirbêcanêda li Arsaxê 71 mekteb, 14 baxçên zaroka zyanê ketine, xêncî mekteb û baxçên zarokaye bin kontrola hêzên azêrîyada, derheqa kîjanada melûmetî tunene”,- nava raportêda hatîye dîyarkirinê.
23978 mektebvan û 4O36 zarokên pêşîya mektebê ji mafê xwendinê miqûf mane.Raportêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî li rex hedefkirina binelîyên sîvîl, mêdîya Adirbêcanêye sosîyalî bi înformasîyayên dijî ermenîya û zarokên ermenîya, heya kuştina zarokên ermenîyada jî belav kirine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button