Sereke

Eva ne binketine, bi hezara emir hatine xilazkirinê:qisa tevî şêwirmend Onîk Gasparyan

Şêwirmenda serokê ştaba hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî Vladîmîr Pogosyan gotîye Spûtnîk Armênîyayê, ku bona çi seroketîya welête leşkerî qirar kirîye ku berdewama opêrasîyonên leşkerîye li Arsaxê bêyî pêrspêktîve û şêwir daye serekwezîr ku şêr wî cûreyî bidine sekinandinê.
Bi gotina wî, hema ji destpêka şêr şêwirdarîyên li ser dereca sîyasîye bilind derbaz bûne. Li ser fona wê yekê eskerê ermenî careke mayîn navê xwe bi herfên zêrîn nava dîrokêda nivîsîye.
“Vê carê li Arsaxê em rastî hêza dijmin,têknolocîyên nû hatin.Dijî me ne tenê komên tirkaye mexsûs, ne tenê fînansekirin û têknolocîyên tirka, lê usa jî kirêkirîyên ji Rojhilata Navîn,Afrîkayê şer dikirin.Nava axaftinên bi pêwendîyên radyoyê, usa jî axaftinên çêçêna hatine bihîstinê.Ber çevaye wekî ew çekdar wededa ji Kavkaza Bakûr revîne û li Sûrîyayê gihîştine têrorîsta.Adirbêcanê ji wlatên cuda-cuda, usa jî ji Ûkraînayê sîlih distendin.Hindik meriv zanin, ku ew rastî maşîneke çi cûreyî mezin hatine.Em derheqa koma koalîsîyonda dibêjin, li kîderê zyan nedihate hesabhildanê û ya ku têknolocîyên bilind didane xebatê.Eskerê me nava qewilên dorgirtina transportêda 44 roja ew êîrş zeft kir.Dijmin êrîş dikir, dihate paşdadayînê, gelek meriv unda dikir, lê ew zyan nedihate hesabhildanê.Çekdar ji Tirkîyayê, Pakîstanê û ji cêrge welatên mayîn hebûn”,-Vladîmîr Pogosyan gotîye.
Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî plana vî şerî ji alîyê cêrge welatada hatibû hazirkirinê û wana ev yek mîyaser kiribû.Vladîmîr Pogosyan daye dîyarkirinê, wekî meremê Tirkîyayê propaganda pantûrkzîmê ye, lê Avropa sîvîlîzasîyon jî zanibûye wekî têrorîst ji Rojhilata Navîn, Afrîkayê, Afganistanê diçine Adirbêcanê, lê bersiva tu tiştî nedan. “Guhdarîyê bidine ser wê yekê, wekî nava salên dawîdî Êrdogan tevî tu kesî, ne Amêrîkayê, ne jî Avropayê, hesab rûnanî.Pirsên wîye li Sûrîyayê, Lîbîyayê, Behra Sipî, Avropayê û usa jî yên hundur hene.Êrdoganra dikeke usa lazim bû, li kîderê fikira wî wê bihata hesabhildanê. Tirkîya difkirî, wekî bona Ermenîstanê tu kes wê nekeve nava şêr û berxudan wê tunebe.Bi wî meremî jî Tirkîyayê Adirbêcan kire bin înîsyîatîva xwe”,- Vladîmîr Pogosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button