Sereke

Ji alîyê ermenîda hene çend sed leşker yên ku bê ser-berate undabûyîne: Nîkol Paşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye,wekî nava şerê Qerebagêda hejmara leşkerên ermenîye bêser-berate undabûyî eyane, lê ewî hejmarên konkrêt nedane dîyarkirinê.Serekwezîr derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa onlayn gotîye.
“Belê,ew hejmar eyane, lê ezê niha hejmarên konkrêt nebêjim, lê ew hejmar heye. Mixabin, gilî derheqa çend sed leşkerên bêser-berate undabûyîdane.Em hêvîdarin,wekî emê beşeke wana sax bibînin.Mesele, ez duh pê hesîyam, wekî leşkerê birîndar hatîye dîtinê, yê ku pêşda çawa undabûyî dihate hesabê”,- serekwezîr gotîye.
Bi xeberdana derheqa wedê pevguhartina dîlada, serekwezîr gotîye,wekî pevguhartina dîla wê piştî pevguhartina cinyaza biqewime.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button