H’emû nûçeSereke

Lavrov û Mnasakanyan kirinên pêşerojêye girêdayî pirsa Qerebagê ra gotûbêj kirine

Wezîrê Rûsîaêyî karên der Sêrgêy Lavrov 15-ê mijdarê bi têlefonê tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan qise kirîye. Wezîreta Rûsîyaêye karên der daye dîyarkirinê, wekî wezîra pirsên derheqa şuxulkarîya anegorî elametîya îmzekirî da, ya 9-ê mijdarêye ji alîyê serokatîyên Ermenîstanê, Adrbêcanê û Rûsîayê da qebûlkirî, nava wanda usa jî derheqa cîhwarkirina aşîtîparêzên rûs û şuxulkarîya wan da, gotûbêj kirine.

“Sêrgêy Lavrov, bi hûr-gilî, derheqa emirnivîsara serokê Rûsîayêye 13-ê mijdarê da, ya derheqa bernamên merkeza çareserkirina halê hûmanîtar da raber kiriye.

Wezîrên karên der kemala îzbatbûna hevkarîya tevî ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî, YÛNÊSKO-ê, Komîtêya Xaçê Sor û teşkîletên piralî, ya bo sivikkirina halê binelîyên sîvîl û xweyîkirina merkezên çandî û ruhanî, grîng hesab kirine”,- nava elametîya wezîreta Rûsîayêye karên der da hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button