Sereke

Moskvayê îzina guhartina elametîya Ermenîstanê, Adrbêcanê û Rûsîayê nede

Moskvayê hemû cedandinên xwe bide xebatê ku elametîya serokatîyên Ermenîstanê, Adrbêcanê û Rûsîayêye derheqa Qerebagêda careke mayîn bê lênihêrandinê. Derheqa wê yekê da wezîrê Rûsîayêyî karên der Sergêy Lavrov gotîye.
“Em tu cêribandineke bo guhartin û lênihêrandina wê elametîyê nabînin… emê hemû tiştî bikin ku ew cêribandin nebin, negihîjne açixîyê”,- Lavrov gotîye RÎA Novostîyê.
9-ê mijdarê serokê Rûsîayê Vladîmîr Pûtîn, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adrbêcanê Îlham Elîyêv elametîya tevayî derheqa sekinandina opêrasyonên leşkerî da îmze kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button