Sereke

Paşînyan pêwîstîya berdewama şuxulkarîya koma Mînskê têra dibîne

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pêwîstîya berdewama şuxulkarîya koma Mînskê têra dibîne. Derheqa wê yekêda Paşînyan li parlamêntê gotîye.
“Ew pirseke rojavêye grîng e. Bi wê têmayê em tevî serokê Fransîayê nava pêwandîyadanin, usa jî tevî serokê Rûsîayê em hal gotûbêj dikin. Bi fikira min, şuxulkarîya koma Mînskê gerekê berdewam bibe”,- Paşînyan gotîye.
Serekwezîr gotîye, wekî formata şuxulkarîya hemsedirtîyê gerekê berdewam bibe, bona ku ew pirs helkirina anegor bistîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button