Sereke

15 serokbajarên Fransîyayê Qerebag nas kirine û bangî hukumatê, usa jî welatên mayîn, kirine ku ew jî naskin

15 serokbajarên Fransîyayê Qerebag nas kirine û bangî hukumata Fransîyayê, usa jî welatên mayîn, kirine ku ew jî naskin. Armênprêssê tercima elametîyê û bangêye nefermî raber kirîye.
“27-ê îlona sala 2O2O-î, Adirbêcanê careke mayîn dew û doza Qerebagêye ji sala 1994-da qerimandî gur kir û bi qewata berfireh êrîş bire li ser komara xweqirarbûyî.

Eskerê Adirbêcanê, nava teşkîla kîjanêda bûn komên cîhadîstaye ji Sûrîyayê, krîzîsa hûmanîtarî li Qerebagê /Arsaxê/ pêşda anî, wextê kîjanê gelek teribandinên konvênsîyayên navnetewî hatine mîyaserkirinê.Çawa Stêpanakêrta paytext usa jî cîhwarên sîvîle dor- bera, hatine bombekirinê. Gelek binelîyên edil rûyê wan bombekirinada bûne cangorî û bi hezara bûne mihacir.

Şeva dehê mijdarê, piştî şerên 44 roja, bin bandora seroketîya Rûsîyayêda qayîlnivsîar hate îmzekirinê, bi kîjanê agirbest hate elamkirinê.Nenihêrî wê yekê, wekî xalên wê qayîlnivîsarê qet nadine razîkirinê, lê belê, ew dikarin halekî gelekî xirab pêşda bînin.Wî alîda, ketina bajarê Arsaxêyî duda- Şûşîyê dikare cimeta Arsaxê ji bîranîna dîrokî miqûf bihêle û qezîyayê pêşda bîne , bi hesabhildana wan cîhên wêrankirî, yên ku li bajêr hatine kirinê, nava wanda usa jî dêra ermenîye li wir.

Vir wada, ew yek borcê meye ku em li piş nêytralîya fesal xwe veneşêrin, çi ku dide kifşê, ku em wî cûreyî begemîya xwe didine agrêsîya Adirbêcanê. Em gerekê piştgirîya xweye hindava cimeta ermenîye dost îzbatkin û piştgirîyê bidine wan ku ew paşda vegerine li ser axa kal û bavên xwe.

***

Piştî elamkirina serbestîya xwe, ya dudê îlona sala 1991-ê, ya ku bi rêfêrêndûma dehê kanûna sala 1991-ê îzbatkirî bû, Qerebagê /Arsaxê/ bona cimeta xwe garantîya qewînbûnêye hertimî, yektîya têrîtorîya û parastinê, usa jî gulvedana êkonomîkî û çandî, daye.
Bi tomerîkirina hemû beşên dewletêye anegorî mafê navnetewî qebûlkirî, Komara Qerebagê /Arsaxê/ gerekê vir wada çawa sûbyêkta maf bê hesabê. Cimeta Arsaxê axa kal û bavên xweva bi zimanê tomerî, bi dîroka yekbûyî, bi çand û dînê xweva, girêdaî ye. Bi hesabhildana van tişta, serbestîya Arsaxê ji alîyê hiqûqîda qewat û heq tê kifşê.
Fransîya, ya ku bi sîyasîya xweye balanskirîva welatê mezin e, tevî Ermenîstanê nava pêwendîyên dostîyêye bi hezara salada ye û ji sed salî zêdetir e ku cabdarîya tomerî hindava wê komkujîyêda dikişîne, ya ku cimeta ermenî sala 1915-a dît. Ev dostî nava wan pêwendîyada jî tê kifşê, yên ku bi salên dirêj di navbera bajar û nehîyên me û usa jî yên Ermenîstanê û Arsaxêda hene.

Em, serokbajar û wekîlên wan cîha, bi naskirina serbestîya Komara Qerebagê /Arsaxê/, çawa garanta bêqezîyabûna binelîyên wê û mecala tek-tenêye îzinnedayîna paqijkirinên êtnîkî, îro bangî civaka navnetewî dikin ku mecalên pêwîst bidine xebatê.
Bi hesabhildana vî hemû tiştî, em berê ewlin berbirî hukumata Fransîyayê dibin ku ew ji nêytralîya xwe derkeve, Arsaxê naske, û piştgirîyê bide şuxulkarîya bona îzbatkirina halê heq û qewîne li Qafqasîya Başûr, yê ku wê qedirê mafê hemû cimetên herêmê bigre û wê bibe gava kardare berbi helkirina pirsgirêka Qerebagê”,-nava elametîya 15 serokbajarên Fransîyayê hatîye gotinê.

Elametî îmze kirine:

-Serokbajar Nîkola Daragona, Valan /Drom/,
-Serokbajar Lorans Fotran, Dêsîn /Ron/,
-Serokbajar Tîêrî Kovakas, Vîên /Îzêr/,

-Serokbajar Êrvên Rêynon, Son Şamon /Lûra/,

-Serokbajar Fîlîp Marînîn,Kompîêyn /Ûaz/,
-Serokbajar Rîşar Malîên, Bûk-Bêl-Êrî /Bûş-dyû-Ron/,
-Serokbajar Mîşêl Amîêl, Lê Pên-Mîraboy /Bûş-dyû-Ron/,
-Serokbajar Jan-Jak Gîyên, Şavîy /O-di -Sên/,
-Serokbajar Lyûk Karvûnas, Alforvîl /O-Di-Sên/,
-Serokbajar Mod Talên, Şan-syûg-Magnî /Sên-Ê-Magn/,
-Serokbajar Marî-Êlên Togaval, Roman-îyûg-Îzêgî /Drom/
-Serokbajar Marlên Mûrîên, Bûrg-lê-Valans /Drom/,
-Serokbajar Nîêzo, Bûrg-di- Pêajî /Drom/,
-Serokbajar Gotîên, Şatyûzanj-li-Gûbê /Drom/,
Serokbajar Sîlvî GoŞên, Gîlêran-Granjî /Ardêş/.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button