Sereke

Heger pêwîstî hebe, wê dokûmênta sêalî bê îmzekirinê:Tonoyan Şoygûra qise kirîye

Halê ku li zona Qerebagê saz bûye û pirsên şuxulkarîya aşîtîparêzên Rûsîyayêva girêdayî, wextê axaftina bi têlefonê, ya wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Davît Tonoyan û wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû hatine gotûbêjkirinê.
“Tonoyan derheqa piştgirîya xweda elam kirîye, ya bona sazkirina merkeza Rûsîyayêye hûmanîtarîye cabdayîna lez. Ew gerekê pirsên paşdahatina mihacira, dasekinandina sîstêmên sîvîl, pirsên xebatên gera merivên kuştî, dîlketî û yên bê ser-berate undabûyîva mijûlbe”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Pevketin hatîye destanînê, ku heger pêwîstî hebe, nava vê govekêda wê dokûmêntê di navbera wezîretên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanêda bê îmzekirinê.
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê guhdarîya mexsûs teglîfî li ser halê hûmanîtrîyî li Qerebagê pêşdahatî kirîye. Tonoyan bona teşkîlkirina xebatên dîyarkirî, cîhwarkirina aşîtîparêzaye lez û teşkîlkirina xebatên gera qulixçîyên leşkerîye dîlketî, şihîdbûyî û bê ser-berate undabûyî, razalixî elamî hevalkarê xwe kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button