Sereke

Qezîya rûsa-tirkaye dijîderketina hindava hevda mezin nîne: tirkzan derheqa berevbûnên hêzên tirkaye li ser sînorê Ermenîstanê

Van rojên dawî nava deşta mêdîyayê û mêdîya sosîyalîda behsek belav bû. Tirkîyayê nêzîkî sînorê tevî Ermenîstanê, li beşa Îdirê leşkera û avîyasîya transporta leşkerî berev dike. Derheqa wê yekêda kanala têlêgramêye “Solovyov”-ê li ser hîmê “Mîlîtarîst”-ê elam kirîye.
“Tirkîya dide kifşê, wekî wê bicêribîne peyî armancên xweye qewînkirina xweye Qafqasîya Başûr here. Li herêmê sertbûn berdewam dibe û meremê wê ewe ku ew diha zêde bibe global”,-Rûbên Mêlkonyanê tirkzan ew înformasîya şirove kirîye.
Bi fikira wî, dijîderketinên tirka û rûsa wê diha zelal bêne kifşê. Feqet, tirkzan nafikire, wekî ew yek zêde nêzîkî aqila nîne,wekî li Ermenîstanê şerê rûsa-tirka destpêbe.
“Eva awqasî jî nêzîkî rastîyê nîne, lê agrêsîya tirka wê zêdebe”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button