Sereke

Sekinandina şêr gava ewlin e, ya berbi helkirina pirsgirêka Qerebagêye bi rêya edil:Pompêo

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî sekinandina opêrasîyonên leşkerîye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda silav dike.
“Em careke mayîn serxweşîyê didine malbetên cangorîya û birîndara û em bangî hemû alîya dikin ku qedirê mafê nevnetewî bigrin, nava wanda usa jî borcdarîyên mafê navnetewîyî hûmanîtarî”,- nava elametîya katibê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Mayk Pompêoda hatîye gotinê.
Bi gotina wî, dawîya şêr gava ewlin e, ya berbi helkirina pirsgirêka Qerebagêye bi rêya edil.
“Em berbirî alîya dibin, ku hevkarîyê tevî koma Mînskê bikin bo ku bighîjine helkirina pirsgirêkêye qewîn, ya li ser bingeha prînsîpên nexebitandina qewatê, yektîya têrîtorîya, xweqirarbûna cimeta û mafên wekehevtîyê.Çawa hemsedira koma Mînskê, Ştatên Yekbûyî cedandinên xweye bona wê yekê dîsa dide xebatê”,-Pompêo gotîye.
Li rex tevbûna meye bi dîplomatî, Ştatên Yekbûyî pênc mîlîon dolar çawa alîkarîya hûmanîtarî dide komîtêya xaçê navnetewîyî Sor û teşkîletên navnetewî bona pişgtgirîya vê yekê, bona piştgirîya merivên zyanêketî”,-Pompêo gotîye.
“Em emekê hevalkarên xweye nava civaka navnetewî qîmet dikin û bangî hukumatên başqe dikin ku bighîjine van cedandina û vê piştgirîya ku zêde dibe”,-Pompêo gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button