Sereke

Gelo li Ermenîstanê çi cûreyî nêzîkî Rûsîyayê dibin, çawa tifaqdar hesab dikin?: lêpirsîn

Piranîya binelîyên Ermenîstanê baş nêzîkî Rûsîyayê dibin û zêdetir meriv jî Rûsîyayê çawa tifaqdar hesab dikin. Derheqa wê yekêda encamên lêpirsîna radîostansîya Spûtnîkêye derbazkirî şedetîyê didin.Piranîya merivên ku bersiva wê pirsê didin /83,8 %/, baş nêzîkî Rûsîyayê dibin, ji wê reqemê zêdetir jî, 84,6 %-ê cimetê, Rûsîyayê çawa tifaqdara Ermenîstanê hesab dike. 62 % merivên ku bersiv dane, Rûsîyayê çawa welatê dost hesab dikin.Piştî wê yekê, anegorî wan bersiva, 39,9 % Fransîyayê, Îranê /6,4%/, ŞAY /5,8 %/, Almanîyayê /1,2 %/ û Gurcistanê /O,6%/ çawa welatê dost hesab dikin. 8O%-ê van meriva jî îzbat kirîye wekî hazir e piştgirîya Moskvayêye leşkerî-sîyasî qebûlke.Ev lêpirsîn hevaltîya Êm PÎ CÎ -ê derbaz kirîye, tevî kîjanê bûne 5O1 meriv. Lêkolîn 17-ê mijdarê bi têlefonê hatîye derbazkirinê.
Em bîr bînin wekî van roja li Yêrêvanê mîtîngên şikyatkirinê derbaz dibin, yên ku dewê dikin ku Nîkol Paşînyanê serekwezîr ji qulixa xwe dûrkeve. Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan jî bi banga wî cûreyî pêşda hatibû û dabû dîyarkirinê,wekî hewcetîya teşkîlkirina hilbijartinên nû heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button