Sereke

Têlêmaratona li ŞAY, Fonêtona li Avropayê: Haykak Arşamyan derheqa pereberevkirinêda gotîye

26-ê mijdarê li Los Ancêlêsê wê têlêmaratona fonda hemermenîye “Ermenîstanê”-e pereberevkirinê bê derbazkirinê.Derheqa wê yekêda serokê fonda hemermenîye “Ermenîstan” Haykak Arşamyan gotîye.Ewî daye dîyarkironê, wekî organên fondê li ser wî alî dixebitin. “Têlêmaratona li ŞAY wê îsal kurt be, 1O-12 sehet nîbe.Armancên vê yekê zelalin, ku bona çi ew pere wê bêne berevkirinê.Ez gumanim, wekî derheqa wê yekêda wê bê rabekirinê û li ser hîmê wê yekê jî pêşkêşkirin wê bên kirinê”,- Haykak Arşamyan gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê ku ji 12-a heya 22-ê mijdarê Fonêton jî li Avropayê têra hatîye dîtinê. Înîsîyatorên wê bi têlefonê pera hîvî dikin. Fonêton wê li Fransîyayê, Bêlçîkayê, Nîdêrlanda, Swîsirê, Îtalîyayê, Yûnanstanê û li welatên mayîn bê derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button