Sereke

Heykela û dêra heram dikin, merivên yaşê xweda mezin nuxsan dikin: wezîreta karên der Adirbêcan gunehkar kirîye /vîdêyo/

Wezîreta Ermenîstanêye karên der cara bi sirê xirabkarîyên Adirbêcanêye leşkerî û sîyasîya dijî ermenîya gunehkar kirîye.
Bi taybetî kirina vandalîzmêye bi sirê ji alîyê wezîreta karên derda hatîye gunehkarkirinê.Gilî derheqa hedefkirina heykelê fermandarê Ermenî Vazgên Sargsyane li Şûşîyêdane.Xêncî wê yekê nêzîkbûna leşkerên azêrîyaye hindava welatîyê Arsaxêyî yaşê xweda mezin hatîye gunehkarkirinê.
“Ew kirin, çawa ku ew yek ji alîyê civaka azêrîyada hatîye pesindayînê, înkarkirina sîstêma qîmetîyaye moralî ye. Bi raberkirina vîdêoyên derheqa wê yekêda, bi kîjana xirabkarîyên azêrîyaye li wan nehîyên Arsaxêye okûpasîyakirî, yên ku ji alîyê civaka wanda tên pesindayînê, roj bi roj sîyasîya Adirbêcanêye dijî ermenîya û rasîstî dide zêdekirinê”,-nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hîmê barbarîyên azêrîyaye van roja mîyaserkirî, sîyaseta azêrîyaye bi dehsalîyaye mîyaserkirî ye, ya ku her dem dijî ermenîyên Arsaxê bûye û bona paqijkirinên êtnîkî û kirinên komkujîyê bûye.Em bêjin,wekî çend roj pêşda mêdîya sosîyalîda vîdêyo belav bû, kîjanêda dihate kifşê, ku azêrîya çawa dêra ermenîye sedsalên navîne li Şûşîyê heram kirine.

https://www.youtube.com/watch?v=qmFh2vrMMLI
Zêdetir nîşan bide
Back to top button