Sereke

Lavrov bersiva katibtîya Ştatên Yekbûîye dewletêye derheqa tevbûna alîyê rûsaye tevî pirsgirêka Qerebagê daye

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov li ser wê fikirê nîne ku pirsgirêka Qerebagê bêyî ŞAY û Fransîyayê hatîye helkirinê.Derheqa wê yekêda Sêrgêy Lavrov wextê qisa tevî RT-ê gotîye wextê ku ewî derheqa bersiva katibtîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dewletêda xeberdaye, ya derheqa tevbûna alîyê rûsada.
“Berê ewlin, ez nafikirim wekî pirsa Qerebagê bêyî ŞAY hate helkirinê, çimkî tabîya hersê hemsedirên koma Mînskê, Rûsîyayê, ŞAY-ê û Fransîyayê nava rojên derbazbûyîda hatibû raberkirinê, bi kîjanê hatibû dîyarkirinê, ku xwînrêtinê lez bidine sekinandinê û rêjîma agirbstê bê kontrolkirinê.Wê yekê bi pisîxolocî hukumî li ser hal kirîye”,- Lavrov gotîye.
Bi gotina wî, nenihêrî wê yekê wekî wî çaxî bangên belavkirî bi matêrîyalî nedihatine kifşê, lê wê yekê rola sîyasîye girîng lîstîye ku qewila sazkin, bona ku bi saya cedandinên Rûsîyayê alî bikaribin bighîjine qayîlîyê.
“Nava halekî usada, dema ku gilî derheqa deqada bû, bi kîjana emirê meriva girêdayî bûn, nedibû Waşîngtonê, Parîzêra têlêfon bikirana û dora wê pirsê pevketana, ku gelo ewê piştgirîyê bidine hinek pêşnîyara…”,-Lavrov gotîye û fikira xwe elam kirîye, wekî gotinên wî cûreyî nerastin û ne êtîkîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button