Sereke

Li Tirkîyayê partîyake kurdaye nû, ya ku piştgirîya desthilatdarîyê dike, tê damezirandinê: Sayan

Endamê partîya desthilatdarîya Tirkîyayê, serokbajarê Agirîyê Savic Sayan rûpelê xweyî Twittêrêda nivîsîye,wekî partîyake kurdîye nû tê damezirandinê, ya ku bi texmîn wê mêla desthilata welêt bike.Ewî Twittêrêda nivîsîye:”Şuxulkarên kurde sîyasî, yên ku dijî partîya Dêmokratîk ya Gela, têrorîzmê bûne yek, yên ku bi temamî yektîya welêt diparêzin, wê partîya nû sazkin û piştgirîyê bidine ” Yekîtîya miletîyê”. Eva înformasîya nû û rast e”.
“Yektîya miletîyê ji alîyê Êrdoganda, sala 2O18-a, pêşîya hilbijartina hatîye sazkirinê. Êrdogan ew yek saz kir, wextê ku partîyayên Tirkîyayêye opozîsîyîon cara ewlin bûne yek û yekîtî saz kirin, meremê kîjanê ew bû, ku partîya Êrdogan nava parlamêntêda nebe piranî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button