Sereke

Xaçê Sor dîsa diçe li cem wan welatîyên ermenî yên ku li Adirbêcanê tên xweykirinê, lê pirsgirêk hene

Xaçê Sor dîsa diçe li cem wan welatîyên ermenî yên ku li Adirbêcanê tên xweykirinê, lê pirsgirêk hene.Derheqa wê yekêda cabdara prêssayê ya ofîsa xaçê Sore li Ermenîstanê Zara Amatûnîyê gotîye.
“Mehên cotmehê û mijdarêda em dîsa li cem wan meriva diqesidin, yên ku li Adirbêcanê tên xweykirinê. Nava wanda çawa binelîyên edil usa jî leşker hene”,-Amatûnîyê gotîye.
Ewê nedaye zelalkirinê ku çend meriv li wir hene û gelo nava wan merivada yên usa hene, yên ku piştî elametîya sêalî û agirbestê dîl ketine.Ewê daye dîyarkirinê, wekî organîze tevî malbetên dîlketîya nava pêwendîyadane. Paşê ewê gotîye ku ew nikare îzbatke ku gelo wekîlên Xaçê Sor li cem hemûya qesidîye yan na, çimkî navnîşa tame ji alîya tune.Ewê şirove kirîye wekî navnîşa tam wê îzinê bide bizanibin ku gelo Xaçê Sor li cem hemûya qesidîye, yan na.Heya 27-ê îlonê, pêşîya destpêbûna şêr, li Adirbêcanê pênc ermenî dihatine xweykirinê.Wextê şêr here kêm 21 ermenî dîl ketine. Ji wana yek, binelîya Hadrûtêye 85 salî Yêvgênîya Babayan bi navçîgarîya Xaçê Sor paşda dane alîyê ermenîya. Binelîyê 84 salî Mîşa Mêlkûmyan li Bekûê wefat bûye û cinyazê wî cîguhastî Ermenîstanê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button