Sereke

“Em bi qirara Pûtîn li vir in”: Lavrov nêzîkbûnên alîyê rûsa raberî Paşînyan kirîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan îro delegasîya hukumata Rûsîyayê qebûl kirîye. Qulixdrîya serekwezîre prêssayê derheqa hevdîtinada raber kirîye.
“Birêz Nîkolê Vova, hevalkarên qedirbilind, berî her tiştî, ez dixwezim silavên Pûtînê serok, serokê hukumatê Mîxayîl Mîşûstîn bighînime We. Em bi qirara Vladîmîrê Vladîmîr li vir in. We tevî wî rojeva hevdîtinên meye îro gotûbêj kirine û We usa jî tevî Mîxayîl Mîşûstîn xeberdaye”,-Lavrov gotîye.
Bi gotina wî, ew hewaskar in ku temamîya komplêksa pêwendîyên ermenîya-rûsaye piştî wê yekê lê binihêrin,wextê ku piştî hevraxebrdanên nehê mijdarê elametîya serokên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayê hate qebûlkirinê, kîjanê xwînrêtin da sekinandinê û mecal da ku hal bidine qewînkirinê.
“Hûn zanin, wekî aşîtîparêzên me bi aktîvî bona mîyaserkirina wê pevketinê dixebitin, nava wanda usa jî bona piştgirîya hûmanîtarî.Emê îro usa jî pirsa gotûbêj bikin, yên ku girêdayî ne sazkirina merkeza hûmanîtarî ra. Ew jî sîstêmeke nû ye, ya ku wê bi temamî bona hewcetîyên merivên sîvîl , dasekinandina sîstêmên sîvîl bixebite.Emê usa jî pirsên hevkarîya êkonomîkî, hevkarîya nava goveka ênêrgêtîkayê, anegorî progiramê gotûbêj bikin, yên ku hevalkarên meye ermenî bona me hazir kirine”,- wezîrê Rûsîyayêyî karên der gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew bi aktîvî tevî teşkîletên navnetewî, tevî sîstêmên Organîzeya Netewên Yekbûyî, fonda organîzeyêye zaroka, YÛNÊSKO-ê û Xaçê Sor dixebitin. Tevî van hemû teşkîleta pêwendî hatine îzbatkirinê û îro hazir in fikira derheqa wê yekêda pev biguhêrin, ku çawa wî hemû tiştî teşkîl bikin.
“Em bona qebûlkirina germe tradîsîyone li Yêrêvanê razî ne û em piştgirîya xweye hindava cimeta ermenîye dost careke mayîn didine îzbatkirinê. Hevalkarên min, bi îzina We, hazir in nêzîkbûnên meye êkonomîkî, ênêrgêtîkî, hûmanîtarî, usa jî cedandinên meye tomerîye dijî koronavîrûsê , raber bikin”,-Lavrov gotîye.
Em bêjin, wekî nava teşkîla dêlêgasîya hukumata Rûsîyayêda nin cîgirên serokê hukumatê Alêksêy Ovêrçûk û Alêksêy Novak, wezîrê saxlemîxweykirinê Mîxayîl Mûraşko, serokê qulixdarîya bêqezîyabûna fêdêrale 5-a Sêrgêy Bêsêda, seroka qulixdarîya kontrola nava goveka parastina mafên rêalîzatora Anna Popova, cîgirê wezîrê karên der Andrêy Rûdênko, cîgirê wezîrê fînansa Tîmûr Maksîmov û nevsên mayîne fermî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button