Sereke

Pêşîya şêr jî halekî giran bû, lê niha diha giran e:Paşînyan gotîye Şoygû

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan îro dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê Paşînyan gotîye,wekî pêşîya şêr jî wedekî giran bû, lê niha wede diha giran e.Srekwezîr berbirî Şoygû bûye û gotîye,wekî seredana wî gelekî girîng e.
“Ez dixwezim bêjim, wekî wextê şêr me her dem piştgirîya Rûsîyayê, serokê Rûsîyayê, serekwezîr û usa jî piştgirîya we, texmîn kirîye.Ez dxwezim razalixîyê bona wê yekê elamî we bikim. Em hêvîdarin, wekî nava vî wedeyîda emê bikaribin hevkarîya xweye tevî Rûsîyayê, usa jî nava goveka bêqezîyabûnê, leşkerî-têknîkî da, bidine kûrkirinê”,-Paşînyan gotîye.
Bi gotina wî, niha li herêmê halê leşkerî-sîyasîyî başqe ye: ew hatîye guhartinê û hemû tiştên wê gerekê bêne lêkolînkirinê. Paşînyan hêvîdar e,wekî pêşerojêda pêwendîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê wê zêdetir kûr bibin, hevkarî wê diha six û stratêcî be. Wextê hevdîtinê halê li Qerebagê, dorana pirsaye berfireh, yên derheqa hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêye nava goveka leşkerî û leşkerî-têknîkîda hatîye gotûbêjkirinê.
Em bîr bînin, wekî îro dêlêgasîya fêdêrasîya Rûsîyayê hatîye Ermenîstanê. Nava teşkîla dêlêgasîyayêda nin wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû, wezîrê karên der Sêrgêy Lavrov, cîgirên serekwezîr Alêksandr Novak, Alêkysêy Ovêrçûk, wezîrê Rûsîyayêyî halên qeydeder Yêvgênî Zîmîçêv.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button