Sereke

Meha îlonêye dawî… klîba pêşkêşî tevbûyên şerên Arsaxê /vîdêyo/

Dengbêja eyan Hasmîk Şîroyanê klîba nû raber kirîye, ya ku li ser hîmê stirana “Îlona dawî” hatîye hazirkirinê.
Stirana bi zimanê înglîzî pêşkêşî qehremanên şerê Arsaxê kirine, yên ku bûne cangorî.
“Ev çîya her roj diha zêde dilê te qewat dikin, nenihêrî wî hemû tiştî, tê paşda venekişî… Xaçên xwe qewîn bigrin bona ku cîhên fişekaye qulkirî bigrin.Lawên me bona jîyana me diçin şêr…”.
Li rex vê vîdêyoyê Hasmîk Şîroyanê nivîsîye û xwe mikur hatîye ku ewê ew stiran mehekê pêşda nivîsîbû.Bona wê wede lazim bû, ku ev hemû tiştê qewimîra qayîlbe, û nêrînên xwe teslîmî kagaxazê bike.Dengbêjê nivîsîye, wekî gelek ermenî nava vî şerîda kesek unda kirine.
“Ez nikarim bi xebera wê yekê bînim ziman, ku ew dayîk çi cûreyî diêşin, yên ku lawên xwe yan jî endamên malbetêye mayîn unda kirine, yên ku malxwê xwe, yan jî birayên xwe unda kirine”,- Hasmîkê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button