Sereke

Qirara ŞAY-ye derheqa kêmkirina eskerên xweye li Îraqê wê hukumî li ser piştgirîya Waşîngtonêye hindava Kurdistanê neke

Qirara derheqa derxistina eskerên amêrîkîye ji Îraqê wê hukumî li ser wê alîkarîyê neke, kîjanê Waşîngton dide Kurdistanê. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê Kurdistanêyî leşkerî, Babakir Zîbarî gotîye. Zîbarî gotîye BasNews-ê, wekî koordînasîya bêqezîyabûnê û cesûsîyêye di navbera eskerên amêrîkî û pêşmergên Kurdistanêda li ser dereca baş e.
Bi gotina Zîbarî, eskerên amêrîkî wê cîhên vala nahêlin ku DAÎŞ careke mayîn li Îraqê serî bilindke.
Em bêjin, wekî Babkir Zîbrî berê qulixa serokê ştaba eskerê Îraqêda bûye. Ewî serda zêde kirîye, wekî Waşîngtonê zûtirekê piştgirîya xweye leşkerîye hindava Kurdistanêda bide zdekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button