Sereke

Serekwezîr teslîm kirîye ku bi têmpên lez pêşdaçûyîna senaya leşkerî berdewam bikin

Nîkol Paşînyanê serekwezîr, bi rêberîya wezîrê têknolocîyên bilind Hakob Arşakyan, gera xebatê li yekîtîya “Garnî Lêr”-ê û fabrîka senaya leşkerîye “Arsênal”-ê mîyaser kirîye.
Wextê gera li wir, serekwezîr nasîya xwe daye potênsîyala li wê merkezê, cûrên sîliha û mecalên pêşdaçûyînê. Li wir cûrên sîlihên topa û tiştên mayîn raberî serekwezîr kirine. Ji nimûnên nû tivingên bi optîka şev û roj û yên ku li ser dûrayê tên xebitandinê, hatine nîşandayînê.
Merkezê zûtirekê învêstîsîyayên nû bistîne û wê karebûnên senayê bide zêdekirinê, cîhên xebatêye nû saz bike û mecalên deranînê bide berfirehkirinê.
Serekwezîr berdewama pêşkeftina senaya leşkerî girîng hesab kirîye û cîh da teslîm kirîye ku bi têmpên lez şuxulkarîyê bidine pêşxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button