Sereke

Êrdogan dixweze ku li nehîyên Arsaxê çekdarên ji Sûrîyayê cîhwar bike:Sêmyon Pêgov

Seroketîya Tirkîyayê dixweze ku li wan nehîyên Arsaxêye bin kontrola Adirbêcanêda çekdarên ji Sûrîyayê cîhwar bike.Derheqa wê yekêda, wextê pira têlêvîzîyonêye Moskva-Yêrêvanê , rojnemevanê leşkerî Sêmyon Pêgov gotîye.
Bi gotina Pêgov, ji Sûrîyayê îdî eşaretî hene wekî malbetên tirkmêna dixwezin cîguhastî li wan nehîya bibin, lê bona wan jî axa Arsaxê, piştî şerê Sûrîyayêyî neh sala, dikare çawa buhuşt bê texmînkirinê.
Li Sûrîyayê tirk îdî bi bangên wî cûreyîva berbirî wana dibin, alîkarîyê pêşnîyar dikin, heger ew dixwezin cîguhastî li Arsaxê bibin. Qewata hîmlî hema çekdarên ji wir wê bidine çareserkirinê, yên ku nikarin ji Arsaxê herine cîhekî mayîn”,-rojnemevan gotîye.
Bi gotina rojnemevan, hêzên Rûsîyayêye li Îdlîbê van rojên dawî bi aktîvî derba dighînine bazayên çekdarên ku piştgirîya tirka dikin. Serokê Tirkîyayê Êrdogan fem dike, wekî Rûsîya û Sûrîya wê her dem Îdlîbê biguvêşin.
Feqet, li wir merivên usa dijîn, yên ku derheqa împêratorîya osmanîda difikirin, mesele, aktîvîstên koma “Gurên gewir”. Enqere dicedîne wana bona armancên xwe bide xebatê.
“Li Tirkîyayê hewcetîya wî cûreyî tune, lê hewcetîya wan dikare li Qafqasîyayê bê texmînkirinê”,-rojnemevan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button